Fotoğraf: Kıvanç Özvardar (ILO) / flickr.com
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Sazîya Istatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) îstatîstîkên karî yên qonaxa Çiriya Paşiya 2021an aşkere kiriye. Li gorî daneyên ku hatine aşkerekirin li gorî meha Çiriya Pêşiya sala derbasbûyî di meha Çiriya Paşiya heman salê de hejmara bêkaran 39 hezar zêde bûye û li tevahiya Tirkiyeyê hejmara bêkaran gîhaştiye 3 mîlyon û 777 hezarî.
Rêjeya bêkariyê wekî meha berê maye û ji sedî 11,2 ye. Rêjeya bêkariyê jî li gorî heman meha sala berê 1,8 pûan kêm bûye.
Hejmara kesên hatine îstîhdamkirin jî li gorî meha Çiriya Pêşiyê di meha Çiriya Paşiyê de 228 hezar kes zêde bûye û gîhaştiye 29 mîlyon û 855 hezar kesan. Rêjeya îstihdamê jî 0,3 paun zêde bûye û gîhaştiye ji sedî 46,6an.
Mîlyon û nîv jin bêkar in
Rêjeya bêkariyê ya jinan jî li gorî meha pêşiyê 0,6 pûan zêde bûye. Serjimêriya jinan 32 mîlyon û 280 hezar e. Ji vê hejmarê tenê 11 mîlyon jin kar dikin. Milyon û 597 hezar jin jî bêkar in.
Ji sedî 55,2ê îstîhdamê di sektora xizmetê de ye
Hejmara kesên k udi meha Çiriya Paşiyê de hatine îstihdamkirin li gorî meha pêşiyê di sektora çandiniyê de 49 hezar, pîşesazî 73 hezar, avahîsazî 10 hezar û di sektora xizmetê de 96 hezar zêde bûye.
Ji kesên ku hatine îstîhdamkirin jê sedî 17,1 di sektora çandinîyê de, sedî 21,6 pîşesazî, sedî 6,1 avahîsazî û ji sedî 55,2 di sektora xizmetê de cih girtiye.
(HA/AY)