Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Sazîya Istatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) îstatîstîkên karî yên sala 2021an aşkere kiriye. Li gorî daneyan hejmara kesên bêkar yên ku salên wan 15 û jê berjortire li gorî sala 2020an 121 hezar kêm bûye û bûye 3 mîlyon û 919 hezar kes.
Rêjeya bêkariyê 1,1 pûan kêm bûye û daketiye ji sedî 12an. Rêjeya bêkariyê di mêran ji sedî 10,7 û di jinan de jî ji sedî 14,7 hatiye pêşbînîkirin.
Hejmara kesên hatine îstîhdamkirin li gorî sala 2020an 2 mîlyon û 102 hezar kes zêdebûye û derketiye 28 mîlyon û 797 hezaran.
Hejmara kesên kar dikin jî li gorî sala berê di sala 2021an de mîlyon û 981 hezar kes zêde bûye û gîhaştiye 32 mîlyon û 716 hezaran. Rêjeya tevlîbûna kar di mêran de ji sedî 70,3 ye û di jinan de ji sedî 32,8 e.
Rêjeya bêkariya ciwanan ji sedî 22,6 e
Rêjeya bêkariyê di koma temenên wan di navbera 15-24an de ne li gorî sala berê di sala 2021an de 2,3 pûan kêm bûye û bûye ji sedî 22,6.
Rêjeya bêkariyê ya vê komê di mêran de ji sedî 19,4 û di jinan de ji sedî 28,7 e.
Ji sedî 55,3ê îstîhdamê di sektora xizmetê de ye
Ji kesên ku hatine îstîhdamkirin jê sedî 17,2 çandinî, ji sedî 21,3 pîşesazî, 6,2 avahîsazî û ji sedî 55,6 sektora xizmetê ye.
Di sala 2021an de 4 mîlyon û 948 hezar kes di sektora çandinîyê de, 6 mîlyon û 143 hezar di sektora pîşesaziyê de, mîlyon û 777 hezar kes di sektora avahîsaziyê de û 15 mîlyon û 928 hezar kes jî di sektora xizmetê de hatine îstihdamkirin.
Hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin li gorî sala berê di sektora çandiniyê de 211 hezar, pîşesazî 661 hezar, avahîsazî 231 hezar û di sektora xizmetê de 998 hezar kes zêde bûye.(HA/AY)