Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî daxuyaniya Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) enflasyona meha Çiriya Paşiyê, ji sedî 2,88 û y salê jî ji sedî 84,39 e. TUIKê di meha Çiriya Pêşiyê de enflasyon ji sedî 85,5 aşkere kiribû. Ji ber ku di 7ê Kanûna Pêşiyê de wê hevdîtin ji bo kêmtirîn mehaneyan diyar bikin, ev daneyên TUIKê aşkere kirine, girîng in.
Lê Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) ya ku akademîsyenên serbixwe li beramberî TUIKê ava kiriye, enflasyona meha Çiriya Paşiyê ji sedî 4,24 û ya salê jî 170,70 aşkere kirine.
Li gorî daneyên TUIKê, di meha Çiriya Paşiyê ya sala 2021ê de herî hindik di ragihandinê de zêdebûn çêbûye ku ew jî ji sedî 35,87 e. Digel vê rewşê, di salê de herî zêde buhayê ragihandinê zêde bûye ku ev jî ji sedî 107,03 ye.
Di mehê de herî kêm bihayê cil û bergan û pêlavan zêde bûye ku rêjeya wê ji sedî -1,42 ye. Herî zêde jî di xurek û meyên bêalkol de bûye ku rêjeya wê ji sedî 5,75 e.
Li gorî ENAGê herî zêde buhayên cil û bergan zêde bûye
Li gorî ENAGê di mehê de herî kêm buhayê xizmetguzariya tenduristiyê zêde bûye ku rêjeya wê 0,08 e û herî zêde jî yê cil û bergan û pêlavan zêde bûye ku ji sedî 15,40 . Piştî cil û bergan û pêlavan herî zêde yê kelûpelên malan zêde bûye ku ji sedî 14,26 e.
Li cîhanê rêjeyên enflasyonê
Tirkiye li cîhanê welatê heftan e ku enflasyona wê herî zêde ye. Enflasyona Zîmbabveyê ji sedî 255, ya Libnanê ji sedî 158, ya Venezûelayê ji sedî 156, ya Sûriyeyê ji sedî 139, ya Sûdanê ji sedî 103 û ya Arjantînê ji sedî 88 e.
Piştî Arjantînê Tirkiye tê ku rêjeya wê ji sedî 84,39 e û paşê Srî Lanka ji sedî 61, Îran ji sedî 52,2 û Sûrînam jî ji sedî 49,1 e.
Di nava welatên G20ê de welatê ku enflasyona wê herî zêde ye Arwantîn e û Tirkiye jî di rêza duyem de ye. Rêjeyên enflasyonê yên welatên G20ê wiha ne:
Arjandîn ji sedî 88
Tirkiye ji sedî 84,39
Hollanda ji sedî 14,3
Rûsya ji sedî 12,6
Îtalya ji sedî 11,8
Mîrnişîna Yekbûyî ji sedî 11,1
Almanya ji sedî 10
Meksîka ji sedî 8,41
Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê ji sedî 7,7
Efrîkaya Başûr ji sedî 7,6
Awistralya ji sedî 7,3
Kanada ji sedî 6,9
Ispanya ji sedî 6,8
Hindistan ji sedî 6,77
Sîngapûr ji sedî 6,7
Brezîlya ji sedî 6,47
Fransa ji sedî 6,2
Endonezya ji sedî 5,42
Koreya Başûr ji sedî 5
Japonya ji sedî 3,7
Erebistana Sîûdiyê ji sedî 3
Swîsre ji sedî 3
Çîn ji sedî 2,1
(HA/FD)