Li gorî TUIKê di meha Gulanê de enflasyon li gorî meha borî ji sedî 3,37 û li gorî heman meha sala par ji sedî 75,45 zêde bû. Her weha li gorî rêjeya serê salê jî ji sedî 22,72 zêde bûye.
Di vê mehê de rêjeya cil û berg û pêlevan ji sedî 9,60 zêde bûye. Li pêy vê beşê enflasyon herî li xanî(ji sedî 7,08) û perwerdeyê(5,63) zêde bûye.
Li gorî salê jî herî kêm beşa cil û berg û pêlavan zêde bûye ku rêjeya wê ji sedi 50,85 e. Herî zêde enflasyon di beşa perwerdeyê de zêde bûye ku rêjaya wê ji sedî 104,80 e.
Li gorî ENAGê ji sedî 120 e
ENAGê jî rêjeya enflasyona meha Gulanê aşkere kiriye. Li gorî ENAGê enflasyon di meha Gulanê de ji sedî 5,66 zêde bûye. Ya sele jî ji sedî 120,66 e.
(HA/AY)