Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) û Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) daneyên enflasyona meha Sibatê aşkere kirin.
Li gorî ENAGê rêjeya enflasyona salane ji sedî 121,98 e. Rêjeya TUÎKê aşkere kiriye, nîvê rêjeya ENAGê ye.
TUÎKê diyar kir ku enflasyon di meha Sibatê de li gorî meha bere ji sedî 4,53 ye û ya salane ji sedî 67,07 e.
Di vê mehê de rêjeya cil û berg û pêlevan ji sedî 0,29 zêde bûye ku di nava beşan de herî kêm ew zêde bûye.
Lê herî zêde beşa perwerdeyê zêde bûye ku rêjeya wê ji sedî 12,76 e.
Di salê de dîsa herî kêm beşa cil û berg û pêlavan zêde bûye ku rêjeya wê ji sedi 43,44 e. Herî zêde jî beşa xwaringeh û otelan zêde bûye ku rêjeya wê ji sedî 94,78 e.
Li gorî ENAGê ji sedî 121 e
ENAGê jî rêjeya enflasyona meha Sibatê aşkere kiriye. Li gorî ENAGê enflasyon di meha Sibatê de ji sedî 4,32 zêde bûye. Ya sele jî ji sedî 121,98 e.
(HA/AY)