Saziya Îstatîstîkan ya Tirkiyeyê(TUIK) û Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) daneyên enflasyona meha Cotmehê aşkere kirin.
li gorî TUÎKê di meha Cotmehê de enflasyon ji sedî 2,55 e û ya salane jî ji sedî 32,87 e.
Bi eşkerekirina daneyên enflasyonê yên Cotmehê re, rêjeya zêdebûna kire jî aşkere bû. Di meha Mijdarê de rêjeya zêdebûna kire ji sedî 37,15 e.
Di nava komên sereke de herî zêde rêjeya xurak, xanî û guhestinê bilind bûye. Di xurek û vexwarinên bêalkol de rêjeya enflasyonê derketiye ji sedî 34,87, guhestin ji sedî 27,33 û di xaniyan de derketiye ji sedî 50,96.
Li gorî ENAGê ji sedî 60 e
Li gorî daneyên ku Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) aşkere kiriye rêjeya enflasyona Cotmehê ji sedî 3,74 e. Her weha li gorî ENAGê enflasyona salane jî ji sedî 60 e.
Li gorî daneyên Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê(ITO) rêjeya enflasyona meha Cotmehê ji sedî 1,77 e. Her weha enflasyona salane jî ji sedî 44,38 e.
(AY)
