Saziya Îstatîstîkan ya Tirkiyeyê(TUIK) û Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) daneyên enflasyona meha Kanûna Pêşîn aşkere kirin.
Li gorî ENAGê enflasyona mehane ji sedî 2,11 zêde bûye ê û enflasyona salane jî bûye ji sedî 56,14. Li gorî TUÎKê jî enflasyona mehane ji sedî 0,89 e û enflasyona salane jî bûye ji sedî 30,89.
Bi eşkerekirina enflasyona meha Kanûna Pêşîn re rêjeya zêdekirina kirêya xanî û kargehan a vê mehê jî diyar bû.
Li gorî daneyên enflasyona TUÎKê yên navîniya 12 mehên dawî, dê kirêyên xanî û dikanan di meha kanûna paşîn de herî zêde ji sedî 34,88 werin zêdekirin.
Her weha li gorî daneyên Odeya Bazirganiyê a Stenbolê(ITO) enflasyona mehane ji sedî 1,23 û ya salane jî ji sedî 37,68 e.
(HA/AY)
