Di meha Nîsanê de 51 bûyerên destdirêjiyê di medyayê de cih girt. Li gorî wan nûçeyan di nav mehekê de herî kêm 155 jin û zarokên keç rastî destdirêjiyê hatin.
Li gorî nûçeyên bianetê ku ji rojnameyên herêmî û netewî, ajansan û sîteyên nûçeyan agahiyan wergirtiye, %67 bûyerên destdirêjiyê li saziyên perwerdehiyê pêk hatin.
Di meha Adarê de jî b3uyerên destdirêjiyê ku di medyayê de cih girt, jê %58 li dibistan, qurs, navenda etutê û li saziyên rehabilîtasyonê pêk hatibûn.
131 zarokên keç rastî destdirêjiyê hatin
Di meha Nîsanê de 34 bûyerên destdirêjiyê ku li saziyên perwerdehiyê pêk hatine, di medyayê de cih girt.
Li gorî nûçeyên ku di medyayê de cih girt, di meha Nîsanê de herî kêm 131 xwendekarên keç rastî destdirêjiyê hatin. Di nav kesên ku destdirêjiyê kirine de mamoste, mudir, alîkarê mudir, xwediyê firoşgehê dibistanan, ajokarên servîsan, xizmetkarên li dibistanan jî hene.
Destdirêjiyên ku li dijî zarokên xwendekar ên keç pêkhatî, %73 ji hêla mamosteyên wan ve hat kirin. Ji 131 zarokên keç 96 ji wan ji hêla mamosteyan ve, 3 ji hêla xwediyê firoşgehan ve, 7 ji hêla mudirê dibistanan ve, 5 ji hêla alîkarê mudiran ve, 12 ji hêla xwediyên bufe-dikanên li derdora dibistanan, 2 ji hêla ajokarên servîsan, 1 ji hêla karkerê paqijiyê ve, 1 ji hêla ceyraçêkerê li dibistanê, 1 ji hêla mêreke ku bêdestûr çûye dibistanê ve, 1 ji hêla mêreke li derdora dibistanê ve 1 ji hêla xwendekareke din ve rastî destdirêjiyê hat.
Ji zarokên ku li dijî wan destdirêjî hat kirin, %83 ji wan bi fizikî, %12 hem fizîkî hem jî digital, %4 digital û keçek jî bi devkî rastî êrişê hat.
Ji sûcdaran tenê %44ên wan hatin girtin
Li 21 bajaran ji saziyên perwerdehiyê agahiyên destdirêjiyê hatin
Li gorî bajaran bûyerên destdirêjiyê ku li dibistanan pêk hatiye wiha ne:
Edene (10 xwendekar ), Antalya ( Xwendekarek), Aydin ( Xwendekarek), Êlih (3 xwendekar), Bolu (Xwendekarek), Bursa (10 xwendekar), Amed (10 xwendekar), Duzce (8 xwendekar), Erzirom (12 xwendekar), Eskişehir (7 xwendekar), Stenbol (3 xwendekar), Îzmîr (4 xwendekar) Kirklarelî (8 xwendekar), Kirşehir (Xwendekarek), Kocaelî (16 xwendekar), Mugla (5 xwendekar), Nigde (Xwendekarek), Tokat (2 xwendekar), Uşak (15 xwendekar), Yalova( 3 Xwendekar).
Di bûyerên destdirêjiyên din de, mexdûr zarok in
Di meha Nîsanê de 16 bûyerên ji xeynî li dibistanan bûne, di medyayê de cih girt. Di van bûyeran de herî kêm 24 jin û zarokên keç rastî destdirêjiyê hatin.
Ew kesên ku rastî destdirêjiyê hatin, temenê %46ên wan ji 18 salî piçûktir in.
24 kes rastî destdirêjiyê hatin, 4 kes hatin girtin
Li gorî agahiyên ku di medyayê de cih girt, di nav kesên ku destdirêjiyê pêk anîne de tenê 4 kes hatine girtin.
4 jin li kargehê, jinek ji hêla bijîşkê, yek li nexweşxaneyê ji hêla mêrek ve, 7 jin jî ji hêla mêrên xerîb ve hatin tacîzkirin.
21 jin û zarokên keç rastî destdirêjiya fizikî, jinek hem fizikî hem jî destdirêjiya digital, 2 jin jî rastî teşhîrkirinê hatin.
Jin û zarokên keç ku rastî destdirêjiyê hatin, 4 ji wan li derve, 4ên wan li kargehê, 3ên wan li malê, 2ên wan di otobusê de, yek li nexweşxaneyê, yek jî di muyeneyê de rastî destdirêjiyê hat.
16 bûyerên ku ji xeynî yên li saziyên perwerdehiyê pêk hatin, li van bajaran rû dan:
Amasya (zarokek), Antalya (3 jin), Aydîn (Jinek), Bartin (zarokek keç), Edirne (Zarokek keç), Isparta (2 jin), Stenbol (2 jin), Îzmîr (Zarokek keç), Kirşehir (1 jin), Kocaelî (2 jin), Konya (jinek), Samsun (2 jin), Trabzon (6 zarokên keç) (ÇT/YO)