Fotograf: Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parêzerê Emre Olûrê ku weke şêwirmendê Sedat Pekerî tê zanîn, daxuyaniyek weşandiye. Bi îdiaya ku serokê rêxistina sûcan e, lêpirsînnameyek ji bo Sedat Pekerî hatiye amadekirin.
Parêzer Ersan Barkinî duh bi şev li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşandiye û gotiye ku “Îfadeya Emre Olûrî wê îşev bê wergirtin. Sibê wê bişînin Dozgeriyê.” Hîna karûbarên ifadegirtina Olûrî temam nebûne.
Barkinî di peyama xwe de gotiye:
“Dibêjin ji ser wî re wê operasyonek li dijî rojnamegerên mixalif pêk bê. Tabloyeke ku dibêjin ji ber telefona E. Olûrî hatiye amadekirin dikin sedema vê.
“Dema Emre Olûr hatiye desteserkirin, du telefon li ser wî hebû ku heman rojê kirîne. Hema rojê sîmkart li herduyan bar kirine. Di rehberên wê de bi tenê telefonên yek du kesan hene. Yanê ne rast e ku dibejin ji ber telefona wî ragihandin hatiye diyarkirin.”
Çi bûbu?
Hatibû îdiakirin ku Emre Olûr çûye Dûbaiyê, Mîrnişîna Erebî ya Sedat Peker lê dijî. Dema ji wir vegeriyaye, çûye Sirbistanê, ji wir jî çûye Arnavûtlûkê.
Wezareta Karûbarên Derve di 16ê Îlonê de diyar kiriye ku piştî MIT û Serkonsolxaneya Abû Dabiyê ragihandiye û gotiye wê Olûr ji Mirnîşîna Erebî bê dersînorkirin, wê derbasî Sirbistanê bibe: “Lê ji ber ku rêwiyekî navnetewî bû rayedarên sirbî nikarîbûn bersiveke erênî bidin daxwaza me ya dersînorkirinê. Kesê ku diyar bûye wê ji Sirbistanê biçe Tîranê, polîsên arnavût di 17ê Îlonê de ew li Balafirxaneya Tîranê desteser kiriye.”
Emre Olûrê ku ji Tîranê dersînor kirine, di 18ê Îlonê de anîne Stenbolê û li vir ew desteser kirine. Paşê jî birine Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê. (AS/FD)