Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî îdiayekê, polîsan li Edliyeya Bismilê derb li gûmanbarekî dane û îşkence lê kirine.
Parêzer Muslum Demîrî bûyera ku 28ê Adarê di saetên nîvro de pêk hatiye, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye: “Hîna bûyera işkencekirina li Licê de rojevê de ye, vê carê li Bismilê, li koridora edliyeyê, li ber çavê hemû kesan ciwanekî ji sedî 72yan kêmendam e li tiwaletê asê kirin û derb lê dan. Dengê ciwanê kêmendan yê digot ‘keko li min nede, keko li min nede’ li hemû korîdoran olan da. Parêzerên ku wê demê di wir de derbas bûn, xwestin dîmenan bigirin lê yekî deriye tiwaletê girt û nehişt dîmen bên girtin.”
Parêzer Emîn Cengîzî jî diyar kiriye û gotiye, “Ez bixwe bûm şahidê bûyekê. Polîsan li koridora edliyeyê, li ber deriye dozgerê komarî ew kes danîn erde û derb lê dan. Me midaxele kir lê polîsan ew kes bir tiwaletê û li wir derblêdan dewam kirin.”
Parêzer Cengîzî zabitnameya ku nivîsandiye jî weşandiye û behsa hûrgiliyên bûyerê kiriye. (AS/FD)