Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Cennet Guneş, dêya Sûltan Işıklıya li Girtîgeha Hejmara 1ê ya Kandirayê girtiye, got ku gardiyanan îşkence li keça wê kiriye.
Guneş çûye Edliyeya Enqereyê û giliyê berpirsiyaran kiriye.
Işıklı bi cezayê miebeta girankirî hatiye cezakirin û 12 sal in girtî ye.
Cennet Guneş, dêya Sultan Işıkliyê ya 12 sal in girtî ye got, duh (17ê Gulanê) dema ew çûye hevdîtina keça xwe û di wê hevdîtinê de haya wê ji îşkencekirinê çêbûye.
“Mafên keça min jî hene”
Guneşê ji bianetê re diyar kir ku milên keça wê mor bûn: “Demeke dirêj e ji xwe dema mehê carekê li qawîşan diğerin, zext û zordarî zêde kirine. Di bûyera dawiyê de jî, keça min pirtûkên di hicreya xwe de daîne li ser şûşeyên avê û ranzeya xwe.
“Gardiyanên dema ku tên hundir kontrol bikin, pêşiyê dibêjin ‘Nabe tu pirtûkan deyne vir’. Keça min ji wan re dibêje ‘cihekî din nîne ku ez pirtûka deynimê, ji neçarî ez datînim wir’. Piştî vê bersivê di navbera wan de nîqaş rû dide. Gardiyan êrîşî keça min dikin, destê xwe dixin qirika wê, derban lê didin. Piştî ku îşkenceyeke bi vî rengî li keça min dikin, ji hicreyê dertên.”
Guneşê destnîşan kir ku ew ji ewlehiya canî ya keça xwe bifikar e. Wê bi xwe jî di dema hevdîtinê de cihên morbûyî yên li laşen keça xwe dîtiye û keça wê ji ber vê rewşê rapora derbxwarinê wergirtiye. Guneşê diyar kir ku wê îro (18ê Gulanê) telefonî midûrê girtîgehê kiriye û midûrî jê re gotiye, ‘Ku dere dixwazî tu dikarî giliyê min li wir bikî’.
Guneş çûye bal psîkologê/a girtîgehê jî lê wî/ê jê re gotiye haya wî/wê jê nîne. Cennet Guneşê got ku midûr jî dizane ti encamek jê dernakeve û ji ber wê ewqas bi rehetî diaxive. “Dawiya dawî mafên keça min jî hene û li girtîgehê cezayê xwe dikişine. (EMK/FD)
Not: Ji bo ku em van îdiayan ji wan bipirsin, me telefonî rêvebiriya Girtîgeha Kandirayê kir, lê kesî bersiv neda.