Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlementerê Rûhayê yê ji Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Osman Baydemîrî îdiayên ku diyar dikin li Girtîgeha Îskenderûnê ya Cûrreyê Tyê îşkence tê kirin, ji Wezareta Dadê pirsî.
Baydemîrî pirsnameyek da Meclîsa Tirkiyeyê û xwest wezîrê dadê bersiva pirsên wî bide.
Li gor agahiyên di pirsnameyê de girtiya tê îdiakirin ku girtiyan ji bo birêvebiriyê daxwazname nivîsîne lê xerdiyanan daxwazname qetandine, dema girtî nexweş dibin destê girtiyan ji piştê ve tê kelepçekirin û ji bo revîrê(odeya bijîşkan) tê birin, dadgerê girtîgehê daxwaza êderêxistina rapora derbê qebûl nake, xwarinên xerab û ji saxlemiyê re nebaş tê dayin. Dema girtî daxwaza mafên xwe kirîn birêvebiriya girtîgehê ji wan re gotiye “Xwedê jî bê nikare we ji destê me derbêxe.”
We lêpirsîn daye dest pê kirin?
Baydemîrî di pirsnameyê de ji wezîrê dadê pirsiye:
*Gelo li ser îşkenceya li Girtîgeha Îskenderûnê ya Cûrreyê Tyê ti gilî ji we re hatiye? Gelo we lêpirsîn daye dest pê kirin?
*Gelo we talîmatek welê daye ku daxwazname êdî ji bo me neyê şandin?
*Di dema Rewşa Awate de binpêkirina mafên mirovan bi asteka berbiçav zêde bûye, gelo ev yek beşek ji polîtîkaya hikûmeta we ye?
(AS/MB)