Video: Hikmet Adal, Pevxistin: Ferid Demirel
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Em li Goksûna Mereşê li kompleksekî qada fûtbolê de ne. Di beşa îdarî de ku yek qatî ye û bi sobeyekî piçûk a ceyranê tê germkirin, karton li erdê raxistine û bi betaniyan zarok, ciwan û kal û pîr bi betaniyên li ser raza ne. Li nava qada fûtbolê jî kes hene ku di nav alîkariyên ku hatine de li betanî, cil û bergan digerin û daxwaza avê dikin.
Li navçeyê aloziyek heye ku ji ber mirovan e. Serjimêriya Goksunê 53 hezar e. Lêbelê, berevajî seyrûsefera rê, navçe mîna bajarokek xewnan xuya dike. Hema bêje li tu avahî û malan ji bilî ronahiyên kolanan ên ku li hin cihan pêxistîne, nîşaneya jiyanê nîne. Germahiya hewayê ya ku bi roj derdora -5 derceyan e, bi şev heta di bin sifirê de -18 dereceyan dadikeve.
Em ketin qada fûtbolê. Me derfet dît ku em bi xwediyê qadê re biaxivin û rewşê bipirsin. Xwediyê qadê: "Çar roj in di çarçoveya derfetên xwe de bi qasî ku ji destê me tê, em hewl didin tiştekê bikin.” Her weha diyar kir ku du roj piştî erdhejê hatina alîkariyan dest pê kir û got:
"Niha ji pir tiştan têra xwe heye. Mesela di tiştên wek betanî, lehîf û balîfan de tu pirsgirêk tune. Pirsgirêka av, xwarina hişk û nan nîne. Lêbelê tiştên wek zeytûn û penîr qet nehatin. Pirsgirêkên kemên bin zarokan û cil û bergên wan jî hene. Her weha nebûna konan li seranserê Goksun pirsgirêkek mezin e. Hinek kon hatin lê têr nake. Di destpêkê de tirek hat. Ji bo her taxek du kon dan. Bê guman, du têr nakin. Jixwe li her taxek 3-5 hezar kes dijîn. Kon ji ji bo 12-13 kesî ne. Ew tenê nabe."
Du malbat di wesayîtekê de ne
Vê carê em li gel jinekê ne ku hewl dide di nava qada fûtbolê de cil û bergan peyda bike. Ew dibêje nexweşiya wê ya dil heye û dilê wê bi pîl lê dide. Heta roja erdhejê jî ji bo neqlê serlêdan kiriye.
Em rewşa wê û serhatiyên wê dipirsin. Ew du rojên pêşîn li derve mane. Îro jî çûne nav wesayîta kurê xwe:
“Mala me nerûxiya, lê em nikarin bikevin hundir. Avahiya li kêleka me bi temamî hilweşiya. Mala me deriziye. Em du şev in derve ne. Lê belê îro em derbasî wesayîta kurê xwe bûn, em bi hev re dimînin. Em du malbat di wesayîtekê de ne, em heft kes di wesayîtekê de ne. Mazot tune, em nikarin wesayîtê bişixulîne. Em wisa di wesayîtê de rûdinin, em nikarin tiştekî bikin. Em li kolanê dilerizin.”
“Ez nexweşê dil im. Ez nikarim bêhna xwe bistînim. Divê ez ne di sermayê de nesekinim. Tenê konekî bidin, komirê bidin, ez tiştekî din naxwazim. Ev 3 roj in ez diçim gel cendirmeyan lê tiştek nîne.”
Gund bêtir wêran bûne
Vê carê em li derve ne. Em li ber qada futbolê rastî wezîfedarekî qeymeqamiyê hatin. Me rewşa alîkariyan jê pirsî. Wî spasiya her kesê ku alîkarî şandiye kir û weha got:
“Gelek mexdûr hene. Birastî. Her kes, her alî hewl dide alîkariyan bişîne. Niha çi cil û berg be û çi xwarin be qediyane. Tirên ku tên li ber Rêvebiriya Giştî ya Rêyên Bejayî radiwestîne û arasteyî cihên din dikin.
"Lê roja yekem pir xirab bû. Her kes li vir kom bûbûn. Ji bo xwarinê belkî 10-15 caran ez li aşxaneyê geriyam lê li min venegeriyan. Paşê xwarin ji Qeyseriyê hat. Lê me di saet 11-12ê şevê de karîbûn xwarinê bixwin.”
Me rewşa gundan ji wî wezîfedar pirsîn. Bersiva ku me girt "xerab" e:
“Ez kêliyek berê ji gundekî hatim. Hema bêje hemû xanî wêran bûne, mirov li derve ne. Hûn jê re dibêjin gund, lê yên di bin kavilan de mane jî hene. Derdixin û di cih de defin dikin.”
Me jê pirsî ku xelkê gund li ku dimînin. Bersiva me weha da: "Yên wesayîta wan hene di wesayîta xwe de dimîne yên wesayîta wan nîne li konan ango li vir dimînin.”
"Bila êvar neyê, Xwedê alîkariya me bike"
Vê carê em li gel Îhsan Baldere ne ku li ber derî cixarê dikişîne. Hewa sar wî jî mîna her kesî ditirsîne. Balderen weha got, “Bila êvar neyê, Xwedê alîkariya me bike,”
“Li vir şert û mercên hewayê pir dijwar e. Em ji bo êvarê bi fikar in. Xelk hewl dide xwe di wesayît û konan de germ bike û li kolanan agir pêdixin. Me jî du sê rojan heta destê sibê agir pêxistin. Lê li sermayê bandor nake. Welatî wesayîtên dişixulîne û bi wî awayî radizên.”(HA/AY)