Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Komîsyona li Dijî Nijadperestî û Cidaxwaziuyê ya Komeleya Mafên Mirovan û Komeleyên LGBTyê eşkere kirin ku cidaxwazî li herdu girtiyên bi navê Buse û Dîren yên li Girtîgeha Tekirdagê ne tê kirin.
Buse dema ku hatî girtin 22 salî bû. Digel ku parêzerên wê ne li nik wê jî bûn bi sûcê “endambûna rêxistinê” cezayê mûebedê hatiye dayin. Ew niho jineka trans a 40 salî ye.
Dîren di Tebaxa 2017ê de li Amedê hatiye girtin. Sê sal cezayê girtinê ji bo wê hatiye dayin. Buse dê 17 sal dî jî di girtîgehê de bimîne. Dîren dê saleka dî ji girtîgehê derbikeve. Herdu jî di girtîgehê de di tecrîdê de ne.
Derya Ozataya ji LGBTIyên di Girtîgehan de, diyar kir ev salek e ew û Buse ji bo hev nameyan dişînin. Wê diyar kir ji bo nasnameya zayendî Buseyê di sala 2015ê de nimûneyên hormonên xwe dane. Du caran ketiye di greva birçîbûnê de. Carekê 30 rojan û carekê 60 rojan di grevê de maye. Lê negihaye encamekê.
Wezareta Dadê destûr neda
Eren Keskîna parêzer eşkere kir Qanûna Medenî rêyê nade guhertina zayendî. Buseyê ji Dadgeha Hiqûqa Esliyeyê daxwaza “guhertina zayendî”kiriye. Dadgehê li ser vê daxwaza wê rapor ji TIBa Edlî xwestiye.
TIBa Edlî eşkere kiriye wesfên transeksûelan li wê kesê heye û guhartina zayendî dê alîkariya başbûna derûniya wê bike.
Lê Wezareta Dadê rapora ji bo Buseyê hatî dayin kêm dîtiye û daxwaza wê qebûl nekiriye.(TP/MB)