Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
163 girtiyên li Girtîgepa Tîpa m ya Beycumaya Zonguldakê verşiyane û bi virikê ketine. Li ser vê rewşê, rêveberiya girtîgehê bang li tîmên dermankirinê kiriye.
Tîmên dermankirinê çûne girtîgehê û dest bi dermankirina girtiyan kirine.
29 girtî ji ber egera jehrîbûnê, rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturkê ya Zonguldakê. Piştî dermankirinê ev 29 kes, bi şûn de şandine girtîgehê.
Erdogan Bektaş, Waliyê Zonguldakê daxuyaniyek weşandiye û gotiye: “146 girtiyên li Tîpa M û bi qasî 17 girtiyên girtîgeha vekirî bi virikê ketine. 29 ji wan rakirin nexweşxaneyê. Xetereya canî ya ti ji wan îne. 29 kes piştî hatin dermankirin û ew bi şûn de şandin. Derbarê sedema jehrîbûnê de tiştekî nîne. Ji xwarinan mînak hatine standin, li gorî encamên analîzan wê tiştekî misoger bê gotin.” (HA/FD)
Çavkanî: Ajansa Anadolûyê