Engîn Korcûmê 35 salî ku li Girtîgeha Tîpa Tya Xarpêtê dihat ragirtin, hatiye îddiakirin ku xwe kuştî ye.
Malbata Korcûm bi Ajansa Mezopotamyayê re axivîne. Malbatê ji ajansê re diyarkirine ku rêveberiya girtîgehê di 30ê Tebaxê de li wan geriyane û îdiakirine ku Korcûm di şeva 29ê Tebaxê de xwe kuştiye.
Malbatê ragihandiye ku çawa agahî girtine ji bo cinazeyê bigirin çûne Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekîn a Xarpêtê û bi kaxiza destûrê ya ji dozgeriyê girtine karine Korcûm bibînin.
Malbatê bi lêv kiriye ku herî dawî di 29ê Tebaxê de bi lawê xwe re axivîne, rewşa wî gelek baş bûye û ji wan 3 pirtûk xwestine.
Cenazeyê Korcûm, li gundê Ataçinar ê navçeya Mêzgêra Dêrsimê hatiye binaxkirin. Her weha hatiye zanîn ku Walitiya Dêrsimê li malbatê geriya ye û nexwestiye ku cenazeyê bibin Dêrsimê. Ji ber wê bibe “propaganda” Walîtiyê xwestiye bêyî cenaze bînin navenda bajêr rasterast bibin Mêzgêrê. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê