Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dr. Omer Farûk Gergerlîoglû, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê û Endamê Komisyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan rewşa zarokên ku tevlî dayikên xwe li girtîgehan dimînin, careke din xistiye rojeva Meclîsê.
Jinên ku bi zarokên xwe re li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê dimînin ji Gergerlîoglûyî re nameyek şandine û rewşa xwe wiha vegotine:
“Cilûbergên zarok û pitikan, dema nivîs li ser wan hebin naxin girtîgehê. Lê peydakirina cilûbergên bênivîs gelekî zehmet e. Hin reng hene ku ji bo mezinan qedexe ne, weke lacîwerd û kesk. Dema rengê cilên pitikan jî lacîwerd an kesk bin, naxin girtîgehê. Qe ne be bila ev sînor ji bo cilên pitikan bên rakirin.
“Mamayên pitikan dema ji derve tên xwestin, piştî du mehan digihên destên me. Car caran heta tên destên me em dibînin ku kevin bûne. Dayikên girtî dibêjin ku xwarinên didin wan, ew neçar dimînin ku bi avê dişon û bidin zarokên xwe. Daxwaz dikin ku ji bo tenduristiya zarokan li vê mijarê baldar bin.
“Ji ber qedexeyê pêlîstokan naxin girtîgehê. Qadên lîstinê û park jî tune ne.
“Zehmet e ku pitik xwarinan bixwin. Ji bo karibin bi hêsanî xwarinê bixwin, qe ne be bila kursiyên mamaxwarinê bidin wan…”
Li gorî daneyên Wezareta Dadê sala 2016ê 560 zarok li girtîgehan bi dayikên xwe re diman:
* 128 pitik yek salî ne;
* 114 zarok du salî ne;
* 81 zarok sê salî ne;
* 70 zarok çar salî ne;
* 31 zarok pênc salî ne;
* 5 zarok şeş salî ne;
* Temenê 17 zarokan jî nayê zanîn.
Çima xwarina taybet ji bo pitikan nayê amadekirin?
Gergerlîoglû ji bo Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bibersivîne, derbarê mijarê de pirsyarnameyek pêşkêşî Meclîsê kiriye:
* Gelo rast e ku cilûbergên pitikan ên nivîs li ser wan hene û yên rengên qedexekirî naxin Girtîgeha Tîpa T a Tokatê? Hinceta vê ya hiqûqî çi ye?
* Ti xebateke we ya wiha heye ku cil û berg û mamayên belaş bidin pitikên rewşa aborî ya dayikên wan nebaş?
* Ji bo zarok û pitikên ku neçar in li girtîgeha bimînin, gelo çima xwarinên taybet nayê amadekirin? (AS/FD)