Vedat Erkmen, li Girtîgeha Tekîrdaghê ya Tîpa Fyê girtîbû û di hicreya de dihat girtin, bi awayekî biguman miriye.
Cezayê heta hetayê yê girankirî û 374 sal cezayê giran Erkmenî hatibû birîn. Rêvebiriya girtîgehê duh êvarê di saet derdora 21.00an de li malbata Erkmenî geriyaye û agahiya ku di hucreyê de "xwekuştiye" daye.
Her wiha îdareya girtîgehê ji malbatê re ragihandiye ku wan Erkmenî birine nexweşxaneyê lê miriye. Piştî vê agahiyê malbata girtî û parêzerên wî çûn in Tekîrdagê.
Di deh rojên dawî de 5 girtî mirine
Herî dawî di 10 Kanûna Pêşiyê ya 2021an de Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandirayê ya bi hejmara 1a Tîpa Fyê de girtî bûye, bi awayekî biguman mirîbû.
Di 15ê Kanûna Pêşiyê ya 2021an de Halîl Guneşê ku di Girtîgeha Ewlekariya Bilind ya Bi Hejmar 2ya Amedê de girtîbû, mirîbû. Guneşî 49 salî bû ku 29 sal bû di girtîgehê de bû û ji ber pençeşêra hestî û pişikê tedawî dibû.
Di 15ê Kanûna Pêşiyê de girtiyê bi nexweşiya giran, Abdulrezzak Şûyûr ê 56 salî li Girtîgeha Şakranê ya Alîagaya Îzmîrê ya Tîpa Tyê girtî bû, miribû.
Her weha Salîh Togrûl di sala 2014an de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa Eya Sêrtê Felç bûbû û hatibû tehliye kirin. Togrûl piştî ku ji girtîgehê tehlîye bûbû li Nexweşxaneya Şehîr a Mersînê derman dibû. Di 16ê Kanûna Pêşiya 2021an de li nexweşxaneyê miribû.
Hezar û 605 girtiyên nexweş hene
Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî heman raporê ji destpêka sala 2020an û vir ve herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine ku 7 ji wan piştî cezayê wan hate taloqkirin bi demeke kurt can dane. (AY)