Komîsyona Çand û Civakî ya Komeleya Nûjîn ku li bajarê Sine yê Rojhilatê kar dike, ragihandiye ku gelek girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Sineyê ketine greva birçîbûnê û hinekan jî berdana bi şert qebûl nekirine.
Zara Mihemmedî, dersdêra zimanê kurdî û Seroka Komeleya Çand û Civakî ya Nûjînê dema dersên kurdî dida, bi îdiaya ku “ewlehiya neteweyî binpê kiriye” hatibû girtin û 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Komîsyona Çand û Civakî ya Komeleya Nûjîn a Sine, ragihand ku di çalakiyên dawî yên roja ji Yekşemê ve Zara Mihemedî jî di nav de hin girtiyên jin ji bo serbestberdana girtiyadest bi greva birçîbûnê kirine.
Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê zêdetirî 20 jinên ku di çalakiyan de hatine desteserkirin niha li Girtîgehê Senendejê tên ragirtin.
Li gorî nûçeya Rûdawê ji roja Înê ve herî kêm 570 kes li Rojhilatê hatine desteserkirin. Di nava kesên hatin desteserkirin de 21 xwendekarên zanîngehê, 14 parêzvanên mafên jinan, 4 rojnameger û 11 çalakvanên siyasî û sivîl hene.
(AY)
Çavkanî: Ajansa Mezopotamya, Rûdaw