Li Girtîgeha Sîlîvriyê nêzî 250 girtî ji ber xwarinê bi jehrê ketine.
Parêzerên ku endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê(OHD) ne û bi muwekîlên xwe yên li Girtîgeha Sîlîvriyê tên ragirtin re hevdîtin kirin û dan zanîn ku ji wan re hatiye gotin ku girtî bi xwarinê jehrî bûne.
Parezeran ragihandin ku di hevdîtinê de girtiyan diyar kirine ku ji 28ê Hezîranê ve girêdayî jehrîbûna bi xwarinê nêzî 250 girtiyan bi giliyên weke “vereşîn” , “xelîna dil” û “zikçûnê” kom bi kom birine nexweşxaneyê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê parêzer Azad Gurbuz bi girtiyê bi navê Mehdî Mihçi re hevdîtin kiriye û Mihçi ji wî re gotiye ku girtî bi komên ji 40 kesan pêk tê bi rîngan birine nexweşxaneyê.
Hate diyarkirin ku pirsgirêkên mîdeyî yên girtiyên ji ber xwarinê jehrî bûne berdewam dikin.