Duh êvarê gelek ekîbên agirkujiyê ji bo Girtîgeha Metrîsa Stenbolê hatin şandin.
Dîmenên ekîbên agirkujiyê li ser medyaya civakî hatin weşandin.
Serokê Komeleya Jiyana Adîl Muhammed Haluk Çavuşoglu di daxuyaniya xwe ya ji bo Halk TVyê de diyar kir ku li girtîgehê 50 girtî di qawîşên 10 kesî de dimînin û heta ku mescîd jî kirine qawîş. Çavuşoglu, diyar kir ku xwarina li girtîgehê jî xerab e û got ku rêveberiya girtîgehê zexteke mezin li girtiyan dike û di nîqaşeke herî biçûk de jî şer û pevçûnên mezin derketine û dibe ku dê sedem ev be.”
Serokatiya Ragihandinê daxuyanî da
Navenda Têkoşîna bi Dezanformasyonê ya Serokatiya Ragihandinê jî têklidarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Metrîsê ya li navçeya Esenler a Stenbolê girtiyekî nivînên xwe şewitandine. Girtî ji şewatê bi bandor bûne.”
(AS/AY)