Îbrahîm Bogûrcûyê 32 salî di 8ê Cotmehê de li navçeya Qoser a Mêrdînê di serdegirtinên malan de hatibû desteserkirin û pişt re hatibû girtin. Bogûrcû li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê mir.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê hatiye îdiakirin ku Bogûrcu krîza dil derbas kiriye û birine nexweşxaneyê. Her weha piştre dîsa birine girtîgehê.
Rewşa Bogûrcû li girtîgehê careke din xirap bûye û duh dîsa birin nexweşxaneyê. Bogûrcû tevî hemû mudaxileyan nefilîtî û jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Bogûrcû duh ji aliyê malbata wî ve ji girtîgehê hate wergirtin û li goristana navenda navçeyê hate binaxkirin.
Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHDyê yên Nîsana 2022an, li girtîgehên Tirkiyeyê hezar û 651 girtiyên nexweş hene ku rewşa ji wan 1517an giran e.