Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) aşkere kir ku jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Elezîzê ji ber daxwazên wan hatine qebûlkirin, piştî 63 rojan greva birçîbûnê qedandin.
Li gel kiryarên xerab ji ber ku nasnameyên taybet ên girtîgehê li ser girtiyan dihat ferzkirin jinên girtî ketibûn grevê. Du roj berê jî ew şandibûn girtîgehên din.
Çi bûbû?
6 jinên girtî bi daxwaza ku binpêkirinên mafan û kiryarên xerab ên li girtîgehê, 10ê Çiriya Paşiyê ya 2017yê dest bi greva birçîbûnê kirin. 10ê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê 4 jinên din beşdarî greva birçîbûnê bûn.
Baroya Amedê piştî ku bi jinên girtî re axivî bû diyar kiribû ku “rêveberiya girtîgehê beriya niha bi demeke dirêj li ser girtiyan ferz kiribû ku ji derveyî qawîşan nasnameyên girtiyan li ser xwe bigerînin. Girtî vê kiryarê neheq, dijhiqûqî, şikenandina rûmetê û dijmirovî dibînin. Xebatkarên girtîgehê girtiyên ku vê kiryarê qebûl nakin û nasnameyan li ser xwe nagerînin dernaxin hevdîtina malbat û parêzeran, cezayê ragihandinê, dernexistina xebata hobiyê û hewşa qawîşê.” (AS/FD)