Lijneya Rêvebiriyê û Çavdêriyê ya Girtîgeha Bolûyê berdana girtiyên bi navê Tuncay Dogan, Alî Mûrat Çelîk, Ahmet Abdî Îbrahim, Nûrettîn Ataman û navê 2 girtiyan nehat bidestxistin bi hincetên “Ne poşman in” cezayên dîsîplînê, nivîsandina nameyan û hêcetên cuda 6 mehan hat taloqkirin.

Mehmet Sait Yildirimê ku krîza dil derbas kiribû, ji nexweşxaneyê dîsa birin girtîgehê
Berdana Nûrettîn Ataman 10 caran hate taloqkirin, Nûrettîn Ataman ev 34 sal in girtî ye. Berdana Alî Mûrat Çelîk 9 caran hate taloqkirin, Alî Mûrat Çelîk ev 32 sal in girtî ye. Derbarê Alî Mûrat Çelîk de di girtîgehê de tu cezayê disîplînê tuneye jî berdana wî bi hinceta “Ne poşman e” hate taloqkirin. Berdana Ahmet Abdî Îbrahim jî 7 car in tê taloqkirin.

Li girtîgehên Mêrsînê 18 girtiyên nexweş hene ku nayên berdan
Rewşa girtîgehan
Di girtîgehên Tirkiyeyê de 434 hezar û 337 girtî û hikûmxwar hene. Kapasîteya giştî ya girtîgehan jî 304 hezar û 184 kes e. Li gorî van daneyan, hejmara kesên di girtîgehan de 130 hezar û 153 kes ji kapasîteya heyî zêdetir e.
Li gorî raporên Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di navbera salên 2021-2024an de berdana herî kêm 501 girtiyan hat taloqkirin. Li gorî daneyên ÎHDyê di sala 2025an de astengî li ber berdana herî kêm 342 girtiyan hat danîn.
Li gorî daneyên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî di 10 mehên destpêkê ên sala 2026an de herî kêm berdana 116 girtiyan hatiye taloqkirin.

