Li Girtîgeha Bafrayê gardiyanan îşkence li girtî Emîr Karakûmî kiriye
*Emîr Karakûm û dêya wî Bîrsen Karakûm
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bîrsen Karakûm, dêya girtiyê bi navê Emîr karakûmî aşkere kir ku gardiyanan li Girtîgeha Bafrayê îşkence li kurê wê kiriye.
Emîr Karakûm di 3yê Kanûna Pêşiyê ya 2021ê de, di encama operasyoneke polîsan de hatiye desteserkirin. Di 6ê Tebaxê de ew birine Edliyeya Samsûnê û piştî kar û barên yasayî ew girtine û birine Girtîgeha Tîpa Tyê ya Samsûnê. Piştî ku li wir dest bi greva birçîbûnê kiriye, ew şandine Girtîgeha Tîpa Tyê ya Bafrayê.
Bîrsen Karakûmê got ku “Ez beriya niha bi saetekê pê re axivîm. Kurê min ji min re got, gardiyan û midûrê girtîgehê işkence li wî kiriye, doktor li beramberî îşkenceyê bêdeng maye.” Bîrsen Karakûmê piştgirî ji parêzeran xwest.
“Bi zehmetî diaxivî”
Bîrsen Karakûmê ji bianetê re behsa bûyera îşkenceyê kir:
“Telefonî min kir beriya niha bi saetek du saetin, gelekî îşkence lê kirine. Gardiyan li gorî kêfa xwe ji bo li odeyê bigerin ketine odeyê, midûr jî li bal wan bûye.
“Yekî jî bertek nedaye. Got ku ‘milên min reş bûne. Bi zehmetî diaxivî. Min dixwest îro ez biçim girtîgehê lê me parêzer peyda nekirin. Em ê sibê biçin.”
‘Doktorê li revîrê birînan ji nedîtî ve tê’
“Kurê min neh meh in ku li girtîgehê ye. Berê jî derb lê dabûn, wê gavê min bi çavê xwe dît. Me ti encam bidest nexist. Çûbû revîrê, lê revîr jî tiştekî nake, raporê nanivîse. Şûna derban ji nedîtî ve tê. Cara din tomografî jî nekişandibûn. Doktorên li nexweşxaneyê jî heman in.” (EMK/FD)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - NÎSAN 2026
Mêran di Nîsanê de 28 jin kuştin
Li Mecîdiyekoyê polîsan meşa 1ê Gulanê a ji bo Taksîmê asteng kir: Gelek kes hatin desteserkirin
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - ADAR 2026
Mêran di Adarê de 32 jin kuştin
Di doza ÎBBê de 18 kes serbest bûn
Dadgehê di doza IBBê de biryara valakirina salonê da