Fotograf: MA
Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2yê ya Amedê girtiyê siyasî yê bi navê Kadrî Ekicî miriye. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Ekiciyê 23 salî yê li hicreya yekkesî dihate girtin, duh bi şev miriye. Cenazeyê Ekiciyî birine morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlî ya Amedê. Saetên serê sibehê jî ji Saziya Tiba Edlî cenaze radestî malbatê kirine.
Ekicî 5 sal in bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” di girtîgehê de bû û saleke ku di hicreya yekkesî de dihate girtin.
Rayedarên girtîgehê ji malbata Ekîciyî re gotiye ku kurê wan “xwe kuştiye.” Lê malbata Ekiciyî destnîşan kiriye ku kurê wan sê roj berê bi rêya telefonê bi wan re axiviye û ji wan re gotiye ku tiştekî ne aram nebû. Malbatê her weha gotiye ku Ekiciyî ji wan re gotiye, rewşa wî baş e û ji bo mirina Ekiciyî gûmanên wan hene.
Cenazeyê Ekiciyî li Goristana Yenîkoyê ya Rezana Amedê hatiye bin axkirin. (FD)