Xebatên kolandinê di bin şêwirmendiya Seroka Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Fen Edebiyat a Zanîngeha Kocaelî Prof. Dr. Ayşe Tuba Okseyê de têne bi rê ve birin.
Komek ku ji arkeolog, restorator, antropolog û dîrokzanên hunerê pêk tê berhemên derxistine paqij kirine û teslîmê Midûriyeta Muzeya Amedê kirine.
Prof. Okseyê ji bo Ajansa Anadoluyê gotiye ku dîroka vê derê diçe heta 11-13 hezar sal berê, berhemên dîtine nîşaneyên civakên wê demê ne. Okse wisa gotiye, “Sê çalên meziniya wan dor 10 metrene derxistine holê û wisa dom kiriye, “Di yekê de stell hene û ev hemdemên Girê Miraza* ne. Di hunderê wê de dar paye hene ku ber bi serxanî ve diçin. Li gor berheman li vê derê tevgerên ritûelê çeêbûne. Em dikarin bibêjin der barê baweriyekê de jiyana civakî jî pêre, ev der bi hev re bikar anîne. Em raste rast nikarin ji vê re bêjin perestgeh. Ji ber ku hê ew qas dane li ber destên me nîn in. Ev der wekî avahiyên taybet dixuyin. Eynî wekî Girê Miraza.”
Li gor agahiyên hatine belavkirin di nav berhemên hatine derxistin de kevirê hêrandinê, kevirê tûjkirina amûran, bivirê kevirîn, amûrên birînê û kolandinê, fîgurên ji axê û ji keviran, berhemên camîn hene. Prof. Okse gotiye ku 1023 berhemên ji bo bêne nîşandayîn, yanê di muzeyê de bêne pêşkêşkirin, 1664 heb jî ji bo di weşan û tezan de bêne bikaranîn teslîmê muzeyê kirine.”
Xwendekara doktorayê ya ji Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Kocaelî Ozlem Ekînbaş Canê jî wisa gotiye, *Ji bo xeta Firatê Girê Miraza çawa bûye sembol, ji bo xeta Dîcleyê jî Girê Filan dikare bibe sembol” û diyar kiriye ku divê ev der ji bo tûrîzmê bê vekirin.(AY)
*Girê Miraza gireke dîrokî ye li Rihayê. Dîroka vir jî diçe hate Barî Mîladê bi 11-12 hezarî. UNESCO'yê ev der girtine nav Lîsteya Mîrateya Çandî ya Dinyayê.
*Çavkanî: AA, Diyarname