Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Koçberiyê ya Navnetewî (IOM) ragihandiye ku qeyikeke koçberan li nêzîkî Giravên Cabo Verdeyê (Pozê Kesk) qeyikeke koçberan noqî avê bûye.
Di encama vê bûyerê de bi kêmanî 63 koçber mirine.
Giravên Cabo Verde li Afrîkaya Rojavayê nêzîkî Senegal û Morîtanyayê ye.
Li gorî nûçeya rojnameya The Guardianê, qeyik ji peravên Fass Boyeyê derketiye rê ku 150 kîlometre dûrî Dakarê, paytexta Senegalê ye. Qeyik tevî 101 rêwiyên xwe ber bi Giravên Kanaryayê ya Ispanyayê ve diçû.
Li gorî zanyariyan, 38 penaber ji qeyikê hatine rizgarkirin ku çar jê zarok in û temenên wan di navbera 12 û 16an de ne.
Polîsan diyar kiriye ku qeyik roja Duşemê, 150 mîlên behre (277 kîlometro) dûrî Girava Salê hatiye dîtin. Sal giraveke Cape Verdeyê ye û li Okyasûsyaya Atlasê ye.
Raporan destpêkê diyar kiriye ku qeyik noqî avê bûye, lê paşê hatiye diyarkirin ku kaş bûye.
Di sala 2022yan de bi kêmanî 559 kes mirine
Li gorî IOMê, di sala 2022yan de bi kêmanî 559 kesên dixwestin xwe bigihînin Giravên Kanaryayê, mirine. Di şeş mehên destpêkê yên vê salê de li heman deverê 126 kes mirine yan jî winda bûne û 15 keştiyan qeza kirine.
Di meha Tîrmehê de li nêzîkî Dakarê, paytexta Senegalê keştiyek noqî avê bûbû û di encamê de 15 kes fetisîbûn. (NT/FD)