Li Geverê heta 3 rojan derketina derve hat qedexekirin
Li navçeya Geverê piştî li dijî maşîneyek zirxî ya polîsan çalakî pêk hat, heta 3 rojan derketina derve hat qedexekirin.
![Li Geverê heta 3 rojan derketina derve hat qedexekirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/178/092/original/510_(2).jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî li taxa Gungorê li dijî maşîneyê zirxî ya polîsan bi roketan çalakî pêk hat û di encamê de polîsek birîndar bû, derketina derve hat qedexekirin.
“Qedexeya” ku li ser hoparlorên mizgeftan hat eşkerekirin dê di saet 06.00an de dest pê bike û heya 3 rojan berdewam bike.
(EA/YO)