Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Geverê navbera cerdevanên ku ewlehiya makîneyên rêçêkirinê pêk dianîn û hêzên PKKê de şer derket. Di encama şerê derketî de 3 cerdevan hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Yuksekova Haberê navên cerdevanên ku hatine kuştin wiha ne: Kemal Ozbey, Rifat Dilce, Omer Ozbiçen.
Li Geverê li nêzî qezayê Buyukçiftlikê xebatên rêçêkirinê pêk dihat û gelek cerdevan ewlehiya makîneyan pêk dianîn. Li gorî agahiyan hêzên PKKê êrişî wan cerdevanan kirine û şer derketiye.
Li gorî agahiyên AA û DHAyê di encama wê şerê de 3 cerdevan hatin kuştin 2 jî birîndar bûn. Cerdevanên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
Gelek wesayîtên zirxî şandine cihê bûyerê û lê operasyon dane destpêkirin.
(AS/YO)