Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Têkoşîna gundiyan ya li dijî kanzaya zêran biser ketiye. Rêvebiriya Giştî ya Lêgerîn û Lêkolîna Kanzayê (MTA) li gundê Dagyeniya navçeya Germencîka Aydinê dest bi xebatên lêgerîna zêran kiribû.
Rêvebiriya Giştî ya Lêgerîn û Lêkolîna Kanzayê (MTA) dest bi rakirina makîneyên sondajê û ekîpmanên ku li nêzîkî gund in kiriye.
Ibrahîm Korkmaz, Mixtarê Gundê Dagyeniyê ji Evrenselê bi Ozer Akdemîr re axiviye û piştrast kiriye ku MTAyê sondajên xwe rakirine û weha gotiye, “Rêvebirê Herêmî yê MTAyê hat gundê me. Got hevalno em ê sondajan rakin li gundê we biçin. Em bi hev re çûn qadên sondajan. Rêvebir ji kesên ku li wir kar dikin re got, ‘ekipmana kom bikin, sondajan jê rabikin’ em ê gund bicih bihêlin.”
Gundiyan 2 roj dem dabû
Mûammer Salik, yek ji niştecêyê gundê Dagyeniyê ye diyar kiriye ku duh(12ê Kanûna Paşiyê) ji Enqereyê û MTAyê hinek kes hatibûn ji bo ku gundiyan îkna bike. Lêbelê gundiyan guh nedane wan û salon terikandin.
Saliki weha gotiye, “Me wê rojê carekî din ji rêvebirê MTAyê got ku em bi biryar in. Me jê re got ji we re du roj dem an sondajên xwe jêrakin an jî tişta pêwîst em ê bikin. Îro sibê rêvebirê MTAyê hat û got em ê sondajan rabikin. Em baş dizanin ku ji bibiryar bûna me tirsiyan û kişiyan. Em dîsa li ser tetikê bin. Dibe piştî hilbijartinê dîsa wer in.”(TP/AY)