Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gor baweriya Xiristiyanan Protestan û Katolîk, şeva 24ê Kanûna Pêşiyê wek rojbûna Hezretî Îsayî tê qebûlkirin û bi navê Noelê tê pîrozkirin. Bi vê mebestê kesên xwediyê baweriya Xirîstiyaniyê ne li Stenbol, Mêrsîn û Hatayê cejna Noelê pîroz kirin.
Ortodoks jî di 6ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) de pîroz dikin.
Li Beyogluyê ayîn hat kirin
Ji ber Noelê li Beyoglûyê, li Dêra Saint Antuanayê ayîn hat kirin piştî lawijan jî ji Încîlê beş hatin xwendin. Kesên beşdarî ayînê bûn mûm pêxistin û dia kirin.
Li ser Kolana Îstiklalê pîrozbahiya Noelê pêk hat
Cimaeta Rûman şahiya xwe ya Noelê ya ku êdî wek kevneşopî didomînin îsal jî li ser Kolana Îstiklalê birin serî.
Koma ku ji xwendekarên Lîseya Taybet a Rum Zografyonê, mamosteyên wan, malbatên wan û mezûnên dibistanê pêk dihat li ser Kolana Îstiklalê meşiyan.
Di şahiya Noelê de komê stranên rûmî, yewnanî û tirkî gotin û wek diyarî çorek û xelat belav kirin. Welatiyan eleqe nîşanî kesên cil û bergên Baba Noelî li wan bûn, dan. Şahî li Dêra Ordodoks a Rûman a Dayîk Meryemê qediya.
Mêrsîn
Li Mêrsînê jî li Dêra Katolîk a Latîn Îtalyayê ayîna Noelê hat kirin. Keşe Francîs Donduyî ayîn bi rê ve bir. Li dêrê ji Încîlê beş hatin xwendin, lawij hatin gotin û dia hatin kirin. beşdaran di dawiya ayînê da hevdu hembêz kirin û Noelê pîroz kirin.
Hatay
Li Hatayê jî li dêrên Ortodoksan li Antakyayê ayîn hat kirin.
Komek li Dêra Ortodoksan a Îskenderûnê beşdarî ayînê bû. Li vir Peder Dîmîtrî Yildirimî ayîn bi rê ve bir. Di dawiya ayînê da li bexçeyê dêrê fişekên hewayî hayin avêtin.
Her weha li gelek deverên cîhanê jî Noel hatiye pîrozkirin.
Silêmanî
Beytullahîm
Xezze
Cakarta
Danîmarka
Suryanî bi navê Yaldoyê pîroz dikinSuryanî jî vê cejnê weke Yaldoyê bi nav dikin. Beriya pîrozkirina vê cejnê bi 10 rojan, rojiyê digirin ku di van rojan de divê goşt, mast, penêr û tiştên weke van neyên xwarin. 25ê Kanûna Pêşiyê di saetên sibehê de li dêrên xwe pîroz dikin. Heman cejn, di hin zimanan de weke Cejna Noelê jî tê zanîn. Gotin ji latînî tê ku koka wê Natalîs e û di wateya zayînê de ye. Gotina Krîsmisê ango Christmas ji gotina Khristosa (Mesîh) Yewnanî û messaya latînî tê. |
(PT/FD)
Fotograf: AA