Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Felestînê duh li têla ku Gazzeyê ji Îsraîlê vediqetîne, teqînek çêbûye.
Wezareta Tenduristiyê ya Felestînê ragihand ku piştî teqînê 5 felestînî mirin û 25 kes jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya The Palestine Chronicle, sedema teqînê nayê zanîn, lê di saetên serê sibê yên roja Çarşemê de, di encama gulebarana artêşa Îsraîlê ya li nêzî herêma Malaka ya li rojhilatê bajêr de, gelek Filistînî birîndar bûne.
Navên kesên ku di teqînê de mirine wiha ne: Beraa ez-Zurd, Muhammed Kaddum, Nasser Nufel û Ehmed el-Cebarî.
Bi dehan ciwanên felestînî ji bo xwenîşandanekê li qada têl a ku li rojhilatê Gazeyê ye kom bûbûn.
Li Cenînê 2 felestînî hatine girtin
Her weha hêzên Îsraîlî yên ku li herêma Şerîaya Rojava di navbera Ramallah û Nablusê de xalên kontrolê yên leşkerî ava kirin, li bajarokê Kabatiye yê Cenînê 2 kes girtin.
Felestînîyên bi navê Muhammed Gamal Heneyşa yê 27 salî û Îyad Heneyşa hatin girtin.
(NT/AY)