Li Fransayê, piştî bangên li ser medyaya civakî yên bi dirûşmeya "Werin Em Her Tiştî Rawestînin", li seranserê welêt çalakî pêk tên.
Xwepêşanderên ku li dijî polîtîkayên civakî-aborî yên Macron in, li bajarê paytext Parîs, Lyon û Rennesê ji saetên serê sibê ve hewlên cûrbecûr didin da ku trafîkê rawestînin û rê li ber otobusan bigirin ku nehêlin derkevin trafîkê.
Li gorî nûçeyên di medyaya neteweyî de hatine weşandin, bi sedan xwepêşander li ser rêya dorhêlê a başûr û bakurê Rennesê kom bûn in û ji bo rawestandina trafîkê barîkat danîn e.
Xwepêşanderên li bakurê bajêr agir berdan barîkatan. Hêzên ewlehiyê xwepêşander ji herêmê derxistin û rê ji trafîkê re vekirin.
Her weha otobusek jî di bin Pira Alma ya li Rennesê de hate şewitandin.
🌎 Fransa, Macron karşıtı eylemlerle güne başladı
— bianet (@bianet_org) September 10, 2025
👉 Ülke genelindeki eylemlerde 85 kişi gözaltına alındı. https://t.co/sgIEM672PV pic.twitter.com/PwOtB0fDEK
Xwepêşandan dê tevahiya rojê berdewam bikin
Li Lyonê ku yek ji bajarên herî mezin ên welêt e, xwepêşanderan qutîyên çopê yên li ser rêya tramvayê wergerandin û ew şewitandin.
Di xwepêşandanên li seranserê welêt de bi tevahî 85 kes hatin desteserkirin ku 75 ji wan li paytext Parîsê bûn.
Li gorî dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin, polîs li ber termînala otobusan a li Parîsê nobedariyê digirin, ku xwepêşander hewl didin rê li ber otobusên veguhastina giştî bigirin ku nekevin trafîkê.
Hin xwendekarên lîseyê li deverên cûda yên paytextê jî li ber deriyên dibistanên xwe barîkat bi qutîyên çopê danîne.
Xwepêşandanên ku tê payîn ku li seranserê welêt 100 hezar kes tevlî bibin, tevahiya rojê berdewam bikin. (TY/AY)
