Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li bakurê bajarê Parîsê yê Fransayê, li Levallois-Perretê erîşkarekî wesayitek ajot ser leşkeran. Şeş leşkerên Hêza Dij-Teror birîndar bûn.
Li gor Fransayê, siet nêzîkî 8ê êrîş hatiye kirin.
Şaredarê Levallois-Perretê eşkere kir ku şifêrê wesayiteka sekinî ji nişkê ve wesayit ajotiye ser leşkeran.
Êrîşkar li Marquiseyê hat girtin. Dema polîsan wesayita êrîşkarî sekinandî wî li wan reşandiye û polîsek birîndar bûye.
Armanca êrîşê: Hêza Sentînelle bû
Piştî 7ê Kanûna Paşiyê ya 2015ê ku 12 xebatkarên kovarekê hatin kuştin ev hêz hatiye avakirin. 10 hezar û 412 leşker di vê hêza dij-teror de ne.
Li Fransayê di du salan de bi êrîşan 230 kes mirine.(ÇT/MB)
*Me agahiyên di vê nûçeyê de ji Le Monde û 20 Minutesê berhev kir.