Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îro 27 Tîrmehê erdhejek bi pileya 7an li bajarê Abraya Fîlîpînan pêk hatiye. Bandora erdheja li deverên din ên girava Luzonê ku bajarê Abrayê jî li wir e bûye.
Li gorî nûçeya malpera Rappler a Fîlîpînan, Wezîrê Navxweyî û Wezîrê Rêveberiyên Herêmî yên Fîlîpînan Benhur Abalos di daxuyaniya xwe ya li ser erdhejê de ragihandiye ku di erdhejê de 4 kes mirine.
Abalosî diyar kiriye ku heta niha 2 kes li eyaleta Benguet, kesek li Abrayê û kesek jî li eyaletek din miriye.
Li gorî agahiyên destpêkê di erdhejê de 60 kes birîndar bûne.
Di erdhejê de xesar gelek avahiya ketine.
Navenda erdheja ku 10 kîlometreyan di binê erdê de pêk hatiye 3 kîlometre li bakurê rojavayê Tayyum a Abrayê ye.
Serokê Fîlîpînan Ferdinand Marcos Jr. ferman daye ku tîmên rizgarkirin û alîkariyê bi lezgînî bo devera karesatê bên şandin. Marcos Jr. Ew ê îro jî serdana herêma erdhejê bike.(SD/AY)