32em Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Galwaya Îrlandayê a di 7ê Tîrmeha 2020an de destpêkiribû dê heta 12ê heman mehê bidome.
Di festîvalê de bi dehan fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm dê bêne nişandan. Ji ber vîrusa Covîd-19ê festîval îsal awayê online destpêkiriye. Di 12ê Tîrmehê de fîlmên bi ser bikevin dê bi merasimek bêne xelatkirin. Yek ji aliyê vê festîvalê jî ev e ku fîlman ji bo Oscarê dineqîne û di vî warî de rê dide ber wan.
Di festîvalê de du kurtefîlmên kurdî jî dê bêne nîşandan. Yek ji wan kurtefîlma derhêner Yilmaz Ozdil ya bi navê "Barê Giran"e a din jî kurtefîlma Seîd Peyam Husênî a bi navê "Bafirokan" e.
Her du kurtefîlmên kurdî di roja duşema 12ê Tîrmehê de li ser malpera fermî ya festîvalê dê bê nişandan.
“Bafirok"
"Bafirok" kurtefîlma Peyam Husênî, derhênerê rojhilatê ye. Çîrok li ser sînorê Başûr û Rojhilat derbas dibe. Li aliyek sînor keçikek bafirokê difirîne lê bafirok derbasê sînorê din dibe û li wî alî zarokê vê dibîne evîndarê keçikê dimbe. Bi bafirokek din dixwaze hezkirina xwe nîşan bide û piştî wê fîlm temaşevanan ber bi ser sînor ve, helbet ber bi bermahiyên şer ve dibe.
Kurtefîlma derhêner Seîd Peyam Husên 14 xulek e. "Bafirok" îsal beşdarî 70yem Festîvala Fîlman a Berlînê jî bûbû.
"Barê Giran"
"Barê Giran" kurtefîlma derhênerê bakurî Yilmaz Ozdil e. Ozdil di kurtefîlmê xwe de berê temaşevanan dide kerên ku li Şaredariya Mêrdînê dixebitin û malnîşîn didin û ew jî di dawiya fîlm de berî temaşevanan dide ser sînor.
Kurtefilmê derhêner Yilmaz Ozdîl ji 17 xulekan pêk tê. (AY/FD)
*Çavkanî: diyarname