Festîvala Cazê ya Londonê ya EFGyê îsal wê di navbera 15 û 25ê Çiriya Paşiyê de li dar bikeve.
Arts Canteen festîvalê li dar dixe û di festîvalê de li gel zimanên din wê bi kurdî jî stranên cazê bistirên.
Festîval ji sala 1992yê û vir ve li dar dikeve û Jools Holland Rhythm û Blues Orchestra, the Gipsy Kings, Wayne Shorter, Joe Pass û Robert Glasper gibi tê de gelek hunermendên navdar beşdarî lê kiriye. Her weha George Russell, Carla Bley, Gerald Wilson û Randy Weston, gelek bestekarên navdar ji bo festîvalê stranên taybet çêkirine.
Festîval her weha ji gelek deverên cîhanê muzîkjenan li Londanê wê bîne ba hev. Di festîvalê de wê li temamê bajêr bi sedan konser bên dayîn û li gel salonan wê li kolanan jî dengê cazê bê bihîstin.
Di festîvalê de wê galayek pêk bê ku Cécile McLorin Salvant, Cherise Adams-Burnett, Corinne Bailey Rae û gelek hunermendên din di vê galayê de stranên xwe bistirên.
Ji bo zarokan wê alotyeyên înteraktif ên bi navê Jazz For Toddlers pêk werin.
Dîsa Charlie Pyne Quartet wê melodiyên bi caz û pop bi hev re hatiye honandin, Steve Williamson Experience, saksafonvanê navdar wê melodiyên klasîk, Cassie Kinoshi wê performansa bi navê 'She iz Jazz' (Jin Caz e), Chelsea Carmichael û Emily Dankworth, Cécile McLorin Salvanta xwediyê Xelata Grammyê û gelek kesên din bistirên.
Bi kurdî, tirkî, erebî û farisî jî wê stran bên strandin
Di festîvalê de îsal wê hunermendên ereb, tirk, afgan, fars û kurd stranên xwe bistirên. Yek ji van bernameyan wê mazûbaniyê li sê hunermendên jin bike. Di vê çarçoveyê de sê hunermendên jin ên îranî, afganî û kurd, Suna Alan, Azadeh û Elaha Soroor wê bi zimanên xwe bistirên.
Navê projeya wan Radif & Maqam Inspirationê û wê bername 15ê Çiriya Paşiyê li Richmixê di navbera saet 20:30-23:30 deqîqeyan de pêk were. (SA/FD)