Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameger Hajar Raissouna ku li rojnameya Akhbar Al-Yaoumê kar dike, hatiye desteserkirin. Raissoun bi tohmeta ku bêyî bizewice minasebeta cinsî çêkiriye û bêexlaqiyê tê dadgehkirin û dibe ku heta 2 salan cezayê girtinê lê bibirin.
Raissoun roja 31ê Tebaxê, dema ji cem jinekologa/ê xwe derketiye polîsan ew sekinandine û jêpirsîna wê kirine. Paşê bi darê zorê kontrola tibî lê kirine. Ji wê rojê û vir ve rojnamegera jin li bendî dadgehkirina xwe ye. Roja înê derketiye pêş heyeta dadgehê û daxwaza tehliyeyê kiriye lê, daxwaza wê nehatiye qebûlkirin.
“Li Fasê astengiyên li ber azadiya çapemeniyê zêde bûne”
Raissounê gotiye ku tohmeta piştî girtina wê ya li pêşberî lijneya doktoran ne rast in û wê demê ji bo hemoroidê dihate dermankirin.
Li gorî Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas, hikûmetê Raissoun kiriye qurbana helwesta li dijî rojnamegeran. Human Rights Watchê diyar kiriye ku ev xesbkirina qada taybet e.
Rojnameger Aida Alamiyê jî gotiye, ev rewş di heman demê de bi karê wê re têkildar e. Her weha destnîşan kiriye ku li Fasê astengiyên li ber azadiya çapemeniyê zêde bûne û rojnameger her roza diçe, bêhtir dibin hedef.
Fas li cîhanê di mijara çapemeniya azadiyê de di rêza 135an de ye.
Di sala 2018ê de li Fastê 14 hezar û 503 kes bi tohmeta bêxlaqiyê, 3 hezar û 48 kes bi tohmeta zînakirinê, 170 kes bi sedema ku homoseksuel in, 73 kes jî ji ber kurtajbûnê hatine girtin.
Danişîna doza Raissounê wê di rojên pêş de li dar bikeve. (EA/EMK/FD)
* Eylem Aktaşê ev nûçe wergerandiye