Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parêzerên Tirkiyeyê yê li welatên Ewropayê dijîn li dijî zextên siyasî yên li Tirkiyeyê bi destê darazê li parêzeran tê kirin wê 24ê Kanûna Paşiyê “Roja Parêzerên Di Nava Xetereyê De Ne” li ber Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMM) çalakiyekê li dar bixin. Koma navborî di 20ê Çiriya Paşiyê ya 2020an de ava bûbû.
Ji bo “çalakbûnê” bang kirine
Endamên komê bi slogana “çalak bibin” her hefte li ber avahiya DMMEyê çalakiyekê li dar dixin û binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê tînin rojevê. Di çalakiya wan a 9em da ango di 24ê Kanûna Paşiyê “Roja Parêzerên Di Nava Xetereyê De Ne” wê behsa zextên li ser parêzeran bikin.
Koma navborî her weha li gel akademisyen, mafparêz û saziyên civaka sivîl ji bo rê binpêkirinên mafan berbiçav bikin û rê li ber wan bigirin wê raporekê amade bike.
Tevgera Dadê ya Bêşert û Mêrc dibêje ku digel Tirkiyeyê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) îmze kiriye, xalên peymanê binpê dike. Ji ber wê jî dest bi çalakiya xwe kiribûn. Parêzer ji DMME û Konseya Ewropayê dixwazin ku li dijî binpêkirinên li Tirkiyeyê gavên berbiçav bavêjin. (SO/FD)