Fotograf: Nora Tam
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji nîvê meha Tîrmehê û vir ve li Ewropayê pileya germahiyê gelekî zêde bûye. Ji ber vê rewşê, Konfedarasyona Sendîkayan a Ewropayê (ETUC) xwestiye ku ji bo karkerên welatên Ewropayê yasayeke nû ya karkirinê bê amadekirin.
ETUCê daxwaz kiriye ku saetên kar û demên bêhnvedanê li gorî germahiya zêde werin sazkirin û gotiye ku ji sedî 23yê bi rengekî çalak kar dikin ji sêyê çaran ê mehên havînê di bin germahiyeke mezin de kar dikin û ev rêje di çandinî û pîşesaziyê de ji sedî 36, di karên avahîsaziyê de jî ji sedî 38 e.
ETUCê bang li Komîsyona Ewropayê kiriye ku karên rêvebiriyê yên Yekîtiya Ewropayê bicih dike û germa zêde weke sedema daxwaza xwe nîşan daye.
Pileya germê ya îdeal 16-24 e
Konfederasyonê bal kişandiye ser mirina karkeran a li Fransayê ya ji ber germaya zêde û gotiye ku di sala 2020ê de li welêt ji ber vê sedemê 12 karker mirine.
Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (RTC/WHO), ji bo mirovan guncavtirîn şertên karkirinê di nava pileya 16 °C û 24 °C de ye. Li gorî lêkolînan her pileya germahiyê zêde dibe, rîska qezaya karî jî bilind dibe.
Alîkarê Sekterekê Giştî yê ETUCê Claes- Mikael Stahlî derbarê mijarê de daxuyaniyek daye û gotiye ku "Siyasetmedar êdî nikarin di rihetiya ofîsên xwe yên bi klîma de, xetereya li ser karkerên herî zêde ji ewlehiyê bêpar in, ji nedîtî ve bên." (HA/FD)