Wezareta Parastinê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MSB) ragihand ku helîkoptereke leşkerî ya kuji bo perwerdeyê ji Eskîşehîrê rabûbû ket xwarê.
Di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatine destpêkirin û xwe gihandine bermahiyên helîkopterê.
Hat zanîn ku tîmên hawarçûnê xwe gihandiye bermahiyên helîkopterê, li gorî agahiyêndestpêkê 5 leşker mirine û li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, helîkoptera leşkerî ya ji corê AS-532 a Fermandariya Hêzên Hewayî ji bo armancên perwerdeyê ji ber sedemeke nediyar qeza kir.
MSByê eşkere kir ku wan xwe gihandiye bermahiyên helîkopterê û li herêmê xebatênlêgerîn û rizgarkirinê bê rawestan berdewam dikin.
Wezareta Parastinê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de got:
"Helîkoptereke me ya ji corê AS-532 a Fermandariya Hêzên Hewayî ku ji bo perwerdeyê ji Eskîşehîrê rabûbû qeza kir. Tîmên me xwe gihand bermahiyên helîkopterê û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin."
Her weha di daxuyaniya duyem de hatiye gotin ku 5 leşker di wezaya Helîkopterê de mirine û sersaxî ji malbatên wan hatiye xwestin.
Navê leşkeran diyar bûn
Wezaretê diyar kir ku navên leşkeran wiha ne: Pîlotê Hewayî Lîwa Mehmet Çol, Pîlotê Hewayî Serpel Halil Karabulut, Serçawişê Bilind ê Piyadeyên Hewayî Volkan Demirhan, Serçawişê Bilind ê Lênêrîna Balafiran Muhammed Nurullah Erarslan û Serçawişê Qidemdar ê Piyadeyên Hewayî Mehmet Alp Gurdag.
(FY/AY)
