Li Eskîşehîrê cara yekem e ku wê Meşa Rûmetê pêk were
![Li Eskîşehîrê cara yekem e ku wê Meşa Rûmetê pêk were](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/246/513/original/lgbti.jpeg)
* Foto: csgorselarsiv/Meltem Ulusoy
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Cara yekem e ku wê îro saet di 18.30 deqîqeyan de li Eskîşehîrê Meşa Rûmetê pêk were. Çalakî wê li ber Adalak Mîgrosê be. Koma Xebatê ya Meşa Rûmetê got, “Ji niha û pê de armanca me ew e ku em piştgiriyê mezin bikin.”
“LGBTI+ ne di nav ewlehiyê de ne”
Ecmel, ji Koma Xebatê ya Eskîşehîrê ya Pride-ê got ku, li Eskîşehîrê gelek pirsgirêk derdikevin pêşberî lubunyayan:
“Em weke lûbûnyayên Eskîşehîrê, li nav civakê, li kolanan gelek caran rastî cidakariyên cihereng tên. Her yek ji me pirsgirêkên cida dijîn lê sedema bingehîn a pirsgirêkan yek e.
“Polîtîkayên cidakar ên hikûmetê û yasayên normatîf ên li gorî du-zayendiyê hatine çêkirin, dihêle LGBTI+ ne di nava ewlehiyê de bijîn.”
Ecmel derbarê Meşa Rûmetê de ev zanyarî dan:
“Em, ango koma Eskîşehîrê ya Pride-ê ji bo lûbûnya werin ba hev û dengê xwe li kolanan bidin bihîstin ku li Eskîşehîrê demeke dirêj e tevgera LGBTIQ+yan bêdeng e.
“Ji bo em bibêjin lûbûnya li Eskîşehîrê ne bi tenê ne, hevgirtin girîng e, me di meha rûmetê de kom ava kir û di hefteya dawiyê ya meha rûmetê de bi navê Hefteya Rûmetê ya Eskîşehîrê, her rojê çalakiyek plan kir û me karê xwe bi rê ve bir. Destpêkê me xwest bi Seyrana Pride-ê ya Veganê lûbûnya hev nas bikin û piştgiriya hev bikin. Paşê em di atolye û bernameyên hevpeyvînan de hatin ba hev.
“Piştî Meşa Rûmetê ya ku wê 30ê Hezîranê saet di 18.30 deqîqeyan de pêk were em dixwazin dîsa li ser navê koma Xebatê ya Eskîşehîrê ya Pride-ê lûbûnyayan bînin ba hev, bernameyên xwe dewam bikin û piştevaniyê xurt bikin.”
(EMK/FD)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN HEZÎRAN 2024
Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin
![Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/07/02/erkekler-haziranda-34-kadini-oldurdu.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN GULAN 2024
Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin
![Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/06/06/men-killed-40-women-in-may.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN NÎSAN 2024
Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin
![Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/05/07/erkekler-nisanda-30-kadini-oldurdu.jpg)
Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir
![Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir](https://static.bianet.org/haber/2024/05/01/emek-meslek-orgutleri-sarachane-den-taksim-meydani-na-yuruyecek.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN ADAR 2024
Mêran di Adarê de 24 jin kuştin
![Mêran di Adarê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/04/03/erkekler-martta-24-kadini-oldurdu.jpg)