Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li nêzîkî Taxa Yapildakê agir bi daristanê ketiye. Bandora agirî li 30 hektarî bûye û di encama xebatan de hatiye vemirandin.
Tîmên îtfaiyeyan ên Midûriyeta Herêmî ya Daristanan li Eskîşehîrê û yên şaredariyan ji bo agirî vemirînin dest bi xebatê kirine. 2 helîkopter, 10 navgînên agirvemirandinê û 100 karker ji bo vî karî, kar kiriye. Niştecihên li herêma agirî, li gorî şert û mercên xwe pî didin xebatên vemirandinê.
Her weha karkerên daristanan û dozeran jî di karê vemirandinê de cihê xwe girtine.
Di encama xebatê de çarhawirdorê herêma agirî hatiye girtin. Lê agir nehatiye vemirandin.
Di vê navberê de 8 kesên ku beşdarî karê vemirandinê bûne, di bin bandora dixana agir de mane û tîmên dermankirinê ew derman kirine. Kesekî ku bi sivikayî ji milê xwe birîndar bûye, rakirine nexweşxaneyê. (AO/FD)
Çavkanî/Fotograf: AA