Serokatiya Rêvebiriya Karesaratan û Rewşa Lezgîn(AFAD) ragihandiye ku di saet 04.30an de bi pileya 4.5an li Erzîromê erd hejiya ye û navenda erdhejê navçeya Hesenkelehê ye.
Hat ragihandin ku erdhej 14 km di bin erdê de çêbûye û li bajarên derdorê jî hate hîskirin.
Li gorî lêkolînên destpêkê, çi ziyanên madî û canî çênebûne.