Li navenda bajarê Erzirom û Erdexanê şeva borî baraneke zêde barî û li herêmên bilind yên herdu bajaran jî berf barî.
Her weha li Erzîromê pîstên navenda kaşûnê yên Paltokanê jî bi berfê spî bûn. Dîmenên barîna berfê yên li Paltokenê bi dronê hatin tomarkirin.
Li bajarê Erdexanê jî piştî barana gur, li herêmên bilind berf bariya. Li herêma di navbera Erdexan û bajarê Artvînê de berfek zêde barî.
Li gorî nûçeya Rûdawê tîmên Rêyên Bejahî ji bo ku rêya deriyê sînor yê di navbera Gurcistan û Herêmê de neyê girtin, dest bi xebatên paqijkirina berfê kir.
(AY)

