Li bajarên herêma Serhedê berf bê navber dibare û serma didomin. Ji ber berfê rêyên bi dehan gund û mezreyan hatin girtin û perwerdehî hat rawestandin.
Li bajarê Erziromê ji ber berfê rêyên 663 gundan hatine girtin.
Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê ji bo vekirina rêyên gundan xebatên xwe didomînin.
Qers û Erdexanê
Li Qersê jî ji ber berf û şertên hewayê yên neyînî rêyên 35 gundan hatine girtin. Tîmên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dest bi xebatê kir.
Her weha li Erdexanê jî ji ber berf û pûkê rêyên 49 gundan hatin girtin.
Tîmên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên gundan xebatên xwe didomînin.
Çewlîg û Xarpêt
Ji ber berfa zede li Çewlig û Xarpêtê perwerde rojekê hat sekinandin.
Walîtiyê daxuyanî daye û gotiye ku li dibistanên dewletê, taybet û kreşand perwerdehî rojekê hatiye sekinandin. Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku karmendên dewletê yên astengdar, ducanî û nexweş û xebatkarên zarokên wan li dibistanên sereteyaî û kreşan jî wê rojekê xwedî destûra îdarî bin.
(AY)
*Çavkanî: MA, Rûdaw, AA

