Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Erzînganê 7 kesên ku bi tohmeta li ser medyaya civakî “pesnê PKK/KCK û DHKP-Cyê kirine” hatibûn desteserkirin derketine pêşberî dadgehê. Yek ji wan hatiye girtin.
7 kes di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Îlîçê ji hêla Fermandariya Cendermeyan hatibûn desteserkirin. Cendermeyan pêşiyê ew derxistin pêşberî dozgeriyê paşê jî derketibûn pêşberî dadweriyê.
Dadweriya Cezayan a Silhê a Îlîçê biryar girt ku 6 kes bi şertê kontrola edlî serbest bimînin. Kesê mayî bi tohmeta “propagandaya rêxistinê” hatiye girtin.
Wezareta Navxweyî duh aşkere kiribû ku di navbera 26ê Adarê û 2yê Nîsanê de lêkolîn li ser 454 hesabên medyaya civakî kirine û lêpirsîn ji bo 242 hesaban dane destpêkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî 26ê Sibatê aşkere kiribû ku ji ber operasyona li ser Efrînê rexne kirine û beşdarî çalakiyên protestoyî bûne 845 kes hatine desteserkirin. (AS/FD)