Fotograf: Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îsal ji ber koronavirusê bernameya yadkirina Qirkirina Ermenan li Ermenistanê pêk nayê.
Duh bi şev saet di 21.00ê de li tevahiya welêt çirayên hemû kolan û malan hatine tefandin. Li Keniseyan 3 deqîqeyan li naqosan dane.
Di heman deme de gel li malên xwe ronahiya telefonên xwe yên mobile vekirine û find pêxistine.
Li bajarê Tsitsernakaberdê, ku Birdariya Qirkirinê li wir e hunermend Kamo Seyranyan û Liana Alksanyanê strana “Ari im Sokhak” strana.
Tenê rayedarên dewlet û hikûmetê wê beşdarî bernameya yadkirina 24ê Nîsanê bibin.
Li Tirkiyeyê wê bernameyek online pêk were
Li Tirkiyeyê îsal wê bernameya yadkirinê bi awayê online pêk were.
Platforma DurDeyê bernameya yadkirinê aşkere kiriye ku wê bername li ser hesabê Platformê yê Facebookê were weşandin.
Bernameya yadkirinê wiha ye:
Dîrok: 24ê Nîsanê 2020ê
Saet: 19.00 Yadkirin
19.15: Xwendina daxuyaniya çapemeniyê – Denîz Turkalî
19.30: Panel
Berrin Sonmez
Ohannes Kiliçdagi
Rober Koptaş
Taner Akçam
Şenol Karakaş
(PT/FD)
Çavkanî: Rojnameya Agosê