Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Merasîma Xelatên 31em Festîvala Filman a Navnetewî ya Enqereyê li Sînemaya Buyulu Fenerê pêk hatiye.
Ji ber şewba koronavirusê, temaşevan negirtine salona merasîmê. Di şeve de xelatên “Baştirîn Metrajdirêj ên Netewî”, “Dokumanter” û “Kurtefilman” dane xelatgiran.
“Bilmemek” Baştirîn Film e
Di Pêşbirka Filmên Metraj Dirêj ên Netewî de 10 film di hebûn.
Jurîya ku Yeşîm Ûstaoglû seroka wê, Pevbestîner Aylin Zoi Tinel, lîstikvan Berkay Ateş û Tugçe Altug û nivîskarê sînemayê Ûgûr Vardan jî endamên wê bûn, di Pêşbirka Filmên Metrajdirê ên Netewî de Xelata Baştirîn Filmî dane “Bilmemek”ê (Nezanîn).
Her weha Senan Karayê baştirîn rolê alîkar a lîstîkvanê, Emir Ozdenî jî baştirîn rolê alîkar a lîstikvanî wergirtiye.
Onur Unluyî Xelata Baştirîn Derhênerî wergirtiye
Îsal Xelata Baştirîn Derhênerî dane Onur Unluyî ku bi filme “Topal Şukran’ın Maceraları” (Serpêhatiyên Şukrana Kulek) beşdarî festîvalê bûbû. Xelata Baştirîn Derhênera Hunerê jî dane Emel Erdenê ku ew jî bi heman filmî beşdar bûbû.
Xelata Baştirîn Filmê Yekem a kul i ser navê avakarê festîvalê, Mahmut Tali Ongorenî belav dikin, îsal dane Cîhan Saglamî. Saglam bi filme “Uzun Zaman Önce” (Beriya Niha bi Demeke Dirêj) beşdar bûbû.
Serdar Orçînê ku di heman filmî de dilîst, Xelata Baştirîn Lîstîkvanî, Uygur Yigitî jî Xelata Baştirîn Muzîka Resen standiye.
Selen Ûçarê bi filmî “Aşk, Büyü vs” ‘Evîn, Sihr hwd) Xelata Baştirîn Lîstîkvanê, Umit Unal, derhênerê heman filmî jî Xelata Baştirîn Senaryoyê ya Onat Kutlarî wergirtiye.
“İçimdeki Küller” Baştirîn Belgefilm e
Di beşa belgefilman de 11 berhem ketine pêşbirkê. Akademisyen Nihan Gider Işikmen, derhêner, senarist û prodüktör Rena Lusin Bilmez û derhêner û çêkera belgefilman Zeynep Gulru Keçeciler endamên juriye bûne.
Belgefilmê bi navê “İçimdeki Küller” (Xweliya di Nava Min de) yê Ayten Başer Yetimogluyê Xelata Baştirîn Belgefilmî wergirtiye.
“Barê Giran” e Baştirîn Kurtefilm
Di beşa Kurtefilmên Netewî de 14 film ketine pêşbirkê.
Akademisyen Andreas Treske, prodüktor Bulut Reyhanlioglu û lîstikvan Şenay Gurler endamên juriyê bûne. Juriyê Xelata Baştirîn Kurtefilmî dane “Barê Giran” ku derhênerê wê Yilmaz Ozdîl e.
Yasin Semizî jî bi kurtefilmê xwe yê bi navê “Asfaltın Altında Dereler Var” (Di bin asfaltê de çem hene) “Xelata Taybet a VEKAMê” (Navenda Lêkolîn û Pêkanînê ya Lêkolînên Derbarê Enqereyê ya Vehbî Koçî) wergirtiye. (TP/FD)